Nesrellah: Çekdarên Hizbullah li Sûrîyê Şerî Dikin

Ajans-KDP.info/ Hesen Nesrellah Rêberê komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî dibêje ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.
Nesrellah dibêje ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrewê yên islamî dikin ku gef in jibo Libnanê. Ev cara yekemîn e ku Nesrellah yê Şîe bi fermî radigihîne ku çekdarên wî li Sûrîyê şerî dikin.
Nesrellah dibêje, bi hezaran tundreweyên islamî li seranserê cîhanê çûne Sûrîyê ku şerê rejîma Beşar El Esed bikin, lê belê dema hizbullah hejmareke kêm a çekdaran dişîne Sûrîyê, Hizbullah bi mudaxelê dihête tombetbarkirin




