26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Sedsala 21’ê dê bibe sedsala kurdan

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji 13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê şand û di peyama xwe de ragihandiye ku, "  Ji bo ku Tirkiye bigihêje serkeftinê divê Birêz Ocalan azad bibe."

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê nûnerê wî Hêmîn Hewramî ve hat xwendin.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotiye: " Têkoşîna gelê kurd ya rewa ket konaxeke nû. Hêviya me pêşerojeke roniye. Gelê kurd pêvajoya înkarê li pey xwe hişt.  Sedsala 21’ê dê bibe sedsala kurdan."


Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê û got: " Raste kurd ji her demê zêdetir bi şansin. Lê wek her tim li dijî kurdan xetere hene. Ji ber vê jî divê em ji her demê zêdetir bibin yek."

Serok Barzanî di peyama xwe de teqez li wê yekê jî kir û got: " Divê em li Başûrê Kurdistanê kongreyek ava bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanê bi vê kongreyê li djî geşdanan têbikoşe."

Barzanî balkişand ser pêvajoya navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê û got: " Em bo vê pêvajoyê divê bixebitin. Ez bang dikim ku divê ev pêvajo bi aştiyê temam bibe. Ji berku aştî, diyalog û têkoşînek bê şîdet hêviyên kurd dikare pêk bîne.  Ji ber vê divê Ocalan azad bibe û di makeqanûna Tirkiye de guherîn bêne kirin."

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî got: " Peymana Hewlêrê qezenceke netewiye.  Divê her kes li gorî peymana Hewlêrê tevbigere û ji hev re alîkar be.  Divê li hemberî hev rêbazên şîdetê bikarneyne."

Nûçeyên têkildar