26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di îlona îsal de Fransa dê li Hewlêrê vîzayê bide welatiyên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Îro roja pêncşemiyê (14.06.2012) li bajarê Hewlêrê Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Doni Gwêr sefîrê fransayê yê Îraqê û Fredrik Tîso konsulusê Fransayê yê herêma Kurdistanê kir.

Serokê dîwana civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, behsa girigniya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê kir. Nêçîrvan Ehmed di axavtina xwe de, bi tyabetî, behsa rola gel û hikûmeta Fransayê di hevkarî û piştevaniya serhildana gelê kurd di adara sala 1992ê de kir û got ku hikûmeta Fransayê a wê demê roleke mezin di derxistian biryara jimare 688 a Neteweyên Yekgirtî û danana devera dijîfirîn û parastina gelê Kurdistanê ji êrîşên rijêma Sedam a jinavşûyî, bilind nirxand.

Ehmed got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke ber bi çav dide têkeliyên xwe yên digel Ewropayê û bi traybetî hikûmeta Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe digel Fransayê di warên aborî, bazirganî, perwrdeyî, çandinî, tûrîzim û kulturî de berfirehtir bike.

Ji aliyê xwe ve, sefîrê Fransayê yê Îraqê tekîd li ser xurtkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re kir û got ku, Fransa dixwaze têkeliyên xwe bi herêma kurdistanê re di hemû waran de pêş bixe û kompaniyên fransî li herêma Kurdistanê karê sernayerazandinê bikin.

Sefîrê Fransayê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, konsolxaneya Fransayê a li Hewlêrê xwe amade dike ku di îlona îsal de vîzayê bide welatiyên Kurdistanê.

Di dawiya civînê de, ji bona avakirina avahiyê inistîtuta kulturî a fransî li Hewlêrê , di navbera Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana serokatiya hikûmeta Kurdistanê û Donî Gwêr sefîrê Fransayê yê Îraqê de pirotokolek hat îmza kirin.
 

Nûçeyên têkildar