25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Divê hemû welat deriyên xwe ji penaberên Sûriyê re vekin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Komîseriya Bilind a Penaberan ser bi Netewên Yekbûyî  (UNHCR)  bang li hemû welatan kir daku deriyên xwe ji penaberên Sûriyê re vekin û tedbîrên ewlekariya wan werbigirin.

Berdevka UNHCR Melîssa Flemîng got pevçûna li Sûriyê her diçe giran dibe û  da zanîn ku gelek sîvîl li dereveyê sînor di nava lêgerînê de ne.

Berdevkê Bernameya Xorakê ya Cîhanê NY-ê (PAM) Elîsabehs Byrs jî diyar kir ku heta dawiya salê hedef dikin ji bo 3,6 mîlyon penaberan alîkariyê bikin. Berdevka UNHCR-ê hejmara ku niha hatiye dayîn piştrast neki, lê di 7’ê hezîranê de, li Cenewreyê dê bangeke nû bêkirin.

Li gor daneyên UNHCR’ê li Lubnan, Tirkiye, Urdun û Iraqê ji mîlyon û nîvê zêdetir penaberên Sûriyê hene. Saziya NY-ê got fikarên wan yên ku gelek penaber ji sînoran berbi qadên xeter ve dikişînin hene û got di hefteya dawî de tu Sûriyeyiyek nehatiye sînorê Urdunê.

Di rewşa normal de rojê 2 hezar kes dihatin. Flemîng diyar kir ku ne tenê welatên derdora Sûriyê divê hemû welat ji penaberên Sûriyê re deriyên xwe vekin. Jêder Bas News

 

Nûçeyên têkildar