26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Emerîkî kir

Çavkanî: KDP.info

Îro pênçşem 14/06/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî bilinda Emerîkî ya bi Serokayetiya Tony Bilînkin Şêwirmendê Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka yê Karubarê Asayîşa Neteweyî kir.

Li hevdîtinê de, Şêwirmendê Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka yê Karubarê Asayîşa Neteweyî silavên Serok Obama û Joseph Biden Cîgirê Serokê Emerîkayê bi Serok Barzanî gihand û paşê her du alî pêvajoya siyasiya Iraqê û ew tengasiyên ku dûçarî bûye nirxandin û her wiha wan hewlên desturiyên ku niha li holê dane ji bo rastkirina rêrewa pêvajoya siyasî û hukimraniya li Iraqê guftûgokirin.

Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwe bi dostê nêzîkê Iraq û Herêma Kurdistanê dizanê û piştevaniyê li pêvajoya demokrasî û destûra bingehîna Iraqê dike û dijî bikaranîna tundutîjî û mekanîzma nedesturiye û li gel her bijardeyekî gelê Iraqê ye ku li çarçêweya destûr û peymanan da bê û gelek bi başî jî ji guman û metirsiyên Herêma Kurdistanê têdigihin.

Li beramber da Serok Barzanî bi eşkere behsa wan tengasiyan kir û sedemên wê jî vegerand ser pabendnebûna destûr û wan peymanên ku hatine îmza û wajokirin û ragihand ku mayîna vê rewşê ya bi vî awayî nayê qebulkirin û pêwîste li çarçêweya destûr û paymanan da çareseriyeke bingehîn ji bo wan bête peydakirin.

Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîkayê kir ku silavên rêzdar bigihîne Serok Obama û Joseph Biden ê Cîgirê Serok.

 

 

Nûçeyên têkildar