26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Barzanî, Ellawî û Sedir: Daxwaz ji Malikî kirin alîkar be

Çavkanî: KDP.info

 

Hersê aliyên civînên Hewlêrê û Necefê daxwaz ji Norî Malikî serok wezîrê Iraqê kirin di gel wan kar bike ji bo parastina û avakirina welat bi bê paşguhxistina kesekî yan destêwerdana ser mafê kesekî.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê rewta Sedir Muqteda Sedir, serokê lîsteya Iraqiye Eyad Ellawî, îro di daxuyaniyekî hevbeş de teqînên duhî yên Iraqê şermezar kirin.

 

Barzanî, Sedir û Ellawî, di vê daxuyanê de, teqînên duhî yên deverên cur bi cur yên Iraqê, ku tê de bi dehan kes hatibûn kuştin, şermezar kirin û wiha bang li hikûmeta Iraqê kirin:

 

“Divê hikûmet gel û xaka welêt biparêze, ji ber ku hikûmet berpirsiyarê hertiştekî ye, bi taybet di warê ewlehiyê de ku hemû post û wezaretan bi tak rewî birêve dibe.”

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de, her sê lîderan, bang li hikûmeta Iraqê kirin xwe ji nakokî û siyaseta tayifî dûr bigire û hewla yekrêziya hemû pêkhateyên welêt bide û vê yekê jî bêcudahî pêk bîne.

 

Duh li Iraqê li gelek cihan teqîn rû da ku di encamê de, bi sedan kes bûne qurbanî.

Nûçeyên têkildar