26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zana: Erdogan dikare pirsa kurdî çareser bike

Çavkanî: AK News

 Parlamentera serbixwe ya bajarê Diyarbekirê, Leyla Zana, diyar kir, serokwezîrê Tirkiyê dikare pirsa kurdî çareser bike û “baweriya” wê jî pê heye. Zana, xwest, zarokên kurd neyên asîmîlekirin û kurdan wek “terorîst” nîşan nedin.

Siyasetmedara navdara kurd û parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê, Leyla Zana, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hurriyet a Tirkiyê de, nêrînên xwe li ser çareseriya pirsa kurdî anî ziman.

Leyla Zana, diyar kir, di dîroka komara Tirkiyê de, hikûmeta niha hikûmeta herî wêrek bo pirsa kurdî bûye û ji ber wê jî ez bawer dikim serokwezîr Erdogan bikaribe vê pirsê çareser bike û ez naxazim baweriyê xwe jî wenda bikim.

Zana, got, heke pêwîst bike ezê digel serokwezîr jî hevdîtin bikim lê divê beriya her tiştî şer û pevçûn bên sekinandin.

Siyasetmedara kurd, rexne li siyaseta partiya aştî û demokrasiyê (BDP) jî girt û got, divê BDP dest ji vê taybetmendiyê xwe berde ku li derve û li ber çavên kamerayan xwe curekî nîşan dide lê di nav kurdan de xwe bi curekî din nîşan dide.

Leyla Zana, behsa parlamenterên kurd ên endamên AKP jî kir û got, parlamenterên kurd ên AKP, di hestên xwe de kurd in lê tu hizr û nêrîneka wan a rijd bo paşeroja kurdan tune.

Zana, xwest, êdî kurd wek terorîst neyên dîtin, nasnameya kurdî bê qebûlkirin û zarokên kurd bi zimanê dayikê perwerde bibînin.

Nûçeyên têkildar