26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rojnamevanekî Turk: Dewleteka Kurdî li Iraqê dê pirsa sê parçên dî jî çare bike

Çavkanî: KDP.info

Turkiye-KDP.info/ Mete Çubukiçu li bajarê Amedê li ser rewşa Kurdan û rojhelata Navîn pişikdarî di kombûnên bo pêvejoya aştiyê kir û diyar kir li sed sala 20 hêzên cîhanê welatê Kurdan kirne 4 barçe, lê Kurdan li Turkiya, Sûriyê, Êran û Iraqê li hember wê yekê berxwedan û xebateka mezin kirine û îro berhemê wê xebatê baş diyar dibe, û got: " Kurd li Iraqê dixwazin dewleta xwe ragehînin û li Sûriyê û Turkiya jî bo Kurdan qonaxeka nû destpê kiriye û niha herêma Kurdistana Iraqê rolekê serkî bo diyarkirina çarenivîsê hemû Kurdan digêrît û Kurd bêtir ji her demekê niha nêzîkî yektir bûne û ji ber wê yekê jî niha li Rojhelatê Navîn Kurd bêtir ji xelkê dî xwe rêkxistine û xudan hêz û îradeka mezin ya siyasî ne."

Navhatî di berdewamiya axavtina xwe de ew yek jî diyar kir ku siyaseta hêzên cîhanê li hember Kurdan tûşî şikestinê hat û niha ew neçarin Kurdan wek neteweka mezin li rojhelatê navîn qebûl bikin û bi taybetî niha herêma Kurdistana Iraqê bûye navendenga giring di biyavê siyasî û abûrî de û got: " Heke li Iraqê dewleta Kurdî bihête ragehandin dê pirsa Kurdî li sê parçên dî yên Kurdistanê jî zû bê çarekirin

Nûçeyên têkildar