26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi dehan siyasetmedar û çalakivan li Êranê hatine girtin

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Ehmed Xelîl Nejad çavdêrê siyasî li rojihelatê Kurdistanê bo Evro diyar kir lîjna çavdêriyê li Êranê navê wan kesan ragehand ku dikarin di helbijartinên serok komariyê li Êranê xwe berbijêr bikin û navê her du kesên giring Haşmî Refsencanî serok komarê berê yê Êranê û esfendiyar meşayî şîretkarê serok komarê niha "di lîstê da nebû û ji ber wê yekê nerazîbûn li çendîn bajarên mezinên îranê destpê kir û di heman demê da li Tehranê hêzên êmnahiyê gelek kesên nêzîkî haşmî refsencanî û Mîr Hisên Musewî desteserkirin û got: " Niha li Tehran û çendîn bajarên mezinên Êranê heweka serbazî heye û hêzên êmnahiyê çavdêriya çalakî û bizavê kesên nêzîkî haşmî refsencanî û Mîr Hisên Musewî dikin û niha tirsa serekî ya berpirsên îranê ji wê yekê dihêt ku careka dî xwenîşadanên nerazîbûnê li Tehran û bajarên mezinên Îranê berfireh bibin."


Çavdêrê siyasî ew yek jî diyar kir refsencanî û meşayî nerazîbûna xwe li hember biriyara lîjna çavdêriyê diyar kirîne û dê daxwaz ji serokê ayînî yê îranê bikin da pêdaçûnê di wê rûdanê da bike û ji ber wê yekê renge alozî di navbera alîgirên refsencanî û yên serokê ayînî berfirehtir bibin û ewe jî dê bibe egerê rûdana hindek alozyên dîtir li Êranê

Nûçeyên têkildar