25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parêzgarê Mûsilê daxwaza derkevtina hêzên hikûmetê ji Mûsilê dike

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info/ Parêzgarê Mûsilê Esîl El Nucêfî dîsa daxwaz kir, ku hêzên polîs û artêşa ser bi hikûmeta navendîya Iraqê ve li bajarê Mûsil nemînin.

Esîl  El Nucêfî di hevpeyvîneke taybet de ligel Beşa Kurdîya Dengê Amerîka, herwiha daxwaz kir ku polîsên xwecihî yên Mûsilê erkê parastina bajar werbigrin. Nuceyfî ragiahndiye, ku sedema serekî ya alozbûna rewşa Mûsilê, şandina hêzên hikûmetê ji Bexdad û başûrê Iraqê ve berev bajarê Mûsilê ye.

Piştî bûyerên Hewîce li meha bihurî,  çend caran şer û pevçûnên giran li navbera hêzên hikûmeta Iraqî û komeleyên çekdarî li Mûsilê qewimîn û bi dehan kes hatîne kuştin. Jêder PNA

 

Nûçeyên têkildar