Kurd naxwazin pişikdariyê di helbijartinên Êranê de bikin

Rohelatê Kurdistanê- KDP.info/ Cavdêrekî siyasî li Rojhelatê Kurdistanê bo Evro diyar kir ku niha helbijartinên serok komar û civatên parêzgeh û bajar û gundan dê li Êranê û Rojhelatê Kurdistanê dest pê bikin. Lê wesa diyare dê rêjeya pişikdariya Kurdan di helbijartinan de gelek kêm bê û got: " Piştî daxwaza gelek berbijêrên Kurd ji aliyê lijna çavdêriyê ve hate redkirin, nerazîbûna Kurdan li hember wê yekê roj bi rojê zêdetir dibe û piraniya Kurdan dibêjin em pişikdariyê di helbijartinan de nakin çunku nûnerên me ji aliyê dewletê ve hatine redkirin."
Çavdêrê siyasî amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha li piraniya bajêrên Rojhelatê Kurdistanê lijna çavdêriyê navê gelek berbijêrên Kurd ragehandiye û diyar kiriye ew neşên pişikdariyê di helbijartinan de bikin û ji ber wê yekê jî nerazîbûna xelkê gelek zêde bûye û got: " Xala cihê serencê ew li gor deverên dî yên Êranê ew rûdan bêtir li bajêrên Kurdan dirust bûye û ji ber wê yekê xelk naxwazin deng bi wan kesan bidin ku ji aliyê dewletê ve hatine destnîşan kirin, çunku li xola dî ya helbijartinan jî rûdanên wesa dirust bûn û li gel deveran rêjeya pişikdariya Kurdan di helbijartinan de gelek kêm û tê çaverêkirin dîsa hemû tişt çêbin."




