26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Zêbarî: Destnîşankirina 20/6 bo helbijartinên Mûsilê şaşiyeka dî ya hikûmeta Bexdayê ye

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info/ Civata wezîrên Iraqî di kumbûna xwe ya roja duşembî 19 gulanê pêşiniyara kumsiyona bilind ya serbixwe ya helbijartinan pesendkir li dor encamdanan helbijartinên civatên parêzgehan li Mûsil û Enbar li roja 20 hizeyirana 2013 , ji layê xweve berpirsekê parêzgeha Mûsilê rexnê li destnîşankirina vî jivanî digire bo wan helbijartinan.


Dildar Zêbarî cêgirê serokê civata parêzgeha Mûsil di daxûyaniyekê da bo evro got, civata wezîrên Iraqî roja 4/7/2013 destnîşankiribû bo encamdana helbijartinên civatên parêzgehan li Mûsil û Enbar û bi dîtina me ew jivan yê guncay tirbû ji 20/6 û bi zehmete helbijartin di vî jivanî da bihêne encamdan, ji ber ku ezmûnên wîzarî li Mûsil û Enbar û parêzgehên dî yên îêraqê li roja 26/6 bi dûmahî dihên û pêdivî ye kumsiyona helbijartinan berî pirosa helbijartinan bi heft rojan qutabxaneyan wergire bo berihevyên helbijartinan, anku divêt kumsiyona helbijartinan li roja 13/6 qutabxanan wergire û karê xwe yê lucîsitî encam bidet di berihevkirina wîstgehên dengdanê dinav qutabxaneyan da û cihê hêbetyê ye ev jivane hatî ye diyarikirin ku yê hevdeme li gel encamdana qutabiyan bo ezmunên wîzarî.


Li dûv buçûna Dildar Zêbarî, ev biriyare dê girfteka mezin bo pirosa helbijartinê peydaket û hikûmeta malikî biriyarên serpê û bê vexwandin derdike û pirsa helbijartinan ya giringe û nabe bi vê sivkatyê serederî li gel bihête kirin ku li destpêkê helbijartin li herdû parêzgehên Mûsil û enbar bê eger hatin paşxistin, her çende bihaneya hikûmeta egerên emnî bûn, lê hikûmetê çu bizavên başikirina barê emnî li van herdû parêzgehan nekirî ye hetaku biriyarê bide ku diroste helbijartin li 20/6 bihêne kirin.


Li dor gehandina nerazîbûnê bo hikûmeta Bexda sebaret jivanê helbijartinan, cêgirê serokê civata parêzgeha Newynewa dibêje, niha peywendiyên me li gel Bexda gelek di lawazin û biriyara encamdana helbijartinan ya derikeftî û pitiriya biriyaran li dûv helsengandinên kesayetî û siyasî û hizbî dihêne derikirin bê berçav wergirtina barê welatiyan.

Nûçeyên têkildar