Serokatiya Kurdistanê Teqînên Îro Şermezar Kir

Evro Serokatiya Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî teqînên Bajarên curbcur yên Îraqê bi tundî mehkûm û şermezar kir.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, pêwîste tevahiya aliyan li hember kiryarên îro yên ku, çendîn mebestên girîng li pişta wan dene hişyar bin û derfet nedin ev êrîş û bûyerên han bibin sedema destpê kirina fitine û nakokiyan di nava pêkhateyên Îraqê de.
Di dawiya daxuyaniya han de Serokatiya Kurdistanê hevdem ligel pêşkêş kirina perse û serxweşiyên bo malbetên qurbaniyan herwiha amadebûna Kurdistanê jî ji bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî diyar kiriye.




