26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Turik: Em dê ji Emrîka daxwaz kin piştevaniya çarekirina pirsa kurd bike

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê kongireya civaka dîmokiratîk bi serokatiya şandeka perlemantarên kurd dest bi seredana xwe ya Emrîka kir û di çarçuveya seredana xwe da evro dê li gel serokê komîteya peywendiyên der ve li kongirîsa Emrîka kom bibe û rewşa Turkiya, sûriyê û qonaxa aştiya Turkiya gengeşe bikin û Ehmed turik dê bo çarekirina pirsa kurd li Turkiya daxwaza hevkaryê bike.

Ehmed Turik hevserokê kongira civaka dîmokiratîk KCD û endamê perlemanê Turkiya, beriya dest bi seredana xwe ya bo Emrîka bike di daxoyaniyekê taybet da bo rojnameya evro ragehand ku seredana wan taybete bo çarekirina pirsa kurdî û got: "Emrîka li cîhanê xudan karîgeriyeka mezine û em dixwazin piştevaniya Emrîka bo çarekirina pirsa kurd li Turkiya werbigirîn û Emrîka, Turkiya bo çarekirina pirsa kurd han bidet."
Ehmed turik li ser bernameya seredana xwe û nazimî gur cêgirê serokê BDP li perlemanê Turkiya bo Emrîka jî ragehand ko ew dê li roja destpêkê da li gel saziyên sivîl û endamên kongirîsa Emrîka hevdîtinan saz bikin û got: "em dê bizavê kin doza rewa ya gelê kurd û qonaxa aştyê bo berpirs û endamên kongirîsê û saziyên civakê sivîl û dezgehên ragehandina Emrîka bideyne nasandin û bizavê bikin piştevaniya wan bo qonaxa aştyê û çarekirina pirsa kurd werbigirîn da ku ev qonaxa dîrokî bi ser keve û welatên mezinên cîhanê jî piştevaniya mafên gelê kurd û azadyê û aştyê bikin."
Ehmed Turik herwesa diyar jî kir ku ew dê di hevdîtina xwe ya bi cêgirê wezîrê der ve yê Emrîka û komîteya peywendiyên der ve ya kongirêsê behsê rewşa niha û çawaniya destpêkirina qonaxa aştyê û vekêşana hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê û Turkiya bikin û got: "em naxwazîn Emrîka wek berê kurdan û tevgera azadiya gelê kurd wek dujmin bi nav bike û pêdivî ye di vê qonaxê herî zêde Emrîka piştevaniya aştyê û dana mafên gelê kurd bike, ji ber ku Emrîka jî niha baş dizane ku seqamgîriya rojihelata navîn û Turkiya girêdayî çarekirina pirsa kurdî ye û em dê di hevdîtinan da behsê mafên gelê kurd li sûriyê jî bikin û daxwaz ji berpirsên Emrîka bikin ku piştevanyê li kurdên rojavayê Kurdistanê bikin."
Li ser rolê herêma Kurdistanê di qonaxa aştyê da jî Ehmed turik diyar kir ku rolê rêzdar Mesûd Barzanî û Mam Celal û nêçîrvan Barzanî pir giringe û bi taybet bizavên vê dawiyê yên rêzdar serok wezîrên hikûmetê cihê şanazyê ye

Nûçeyên têkildar