26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Divê rêz li îrada gelê Kurdistanê bihête girtin

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info/ Nûnerên gelên ermend kildanî siriyanî aşurî perlemanê Kurdistanê ne digel vegerandina desturê herêmê ne bo perlemanê Kurdistanê û diyar dikin ku lîstên niha nerazîbunê ser reşnivêsê desturî didin her ew bûne yên berî niha deng ser reşnivêsê destûrî dayî.


Emîr guge Yusif serokê firaksiyona civata gelê kildanî siriyanî aşurî perlemanê Kurdistanê bo evro diyarkir ku di demê xwe da kudengiya giştî ser reş nivêsa desturî hebûye ji aliyê part û aliyên siyasî ve yên cuda cuda demekê dirêj gengeşe witêbînî li ser hatinekirin û reşnivêsa desturî berdestê hemû aliyan bû, heta gehiştî ye qûnaxa dûmahiyê û bi rêkên qanûnî perlemanê Kurdistanê sala 2009 hate pesendkirin bi beşdariya hemû aliyan, got jî: "pêdivî bû di demê xwe da ketiba ber rapirsîna giştî, bedaxewe eve vegîrbû."


Sebaret dîtina gelên kildanî siriyanî aşurî ser reşnivêsa desturî, navibirî got: (gelê kildanî siriyanî aşurî dibînit dinava vî reşnivêsî komeka biha û piransîpên mirovatiyê bo hemû pêkhatên Kurdistanê têda hatine û baş, divêt rêz li îrada perlemanê Kurdistanê bihête girtin û encam çubin û biriyar bo miletî be, 98% ji perlemanê Kurdistanê pesendkirî ye û çûye bo serokatiyê, bo çî nahêlîn milet biriyarê li ser bidet, encam çubin bila milet biriyarê bide), Emîr Guge ewçendejî neveşart û diyarkir ku rişnivêsê desturî reşnivêsekê nerme û hemû dema bo her qûnaxekê şiyanên rastevekirina her madekê heye li gor aliyetên qanûnî û desturî, heke destur ji mizaydatên siyasî ve derbe, piştî pesendkirin tiştekê giring be dişêt bihête rastevkirin ve).


Serokê firaksiyona civata gelê kildanî siriyanî aşurî perlemanê Kurdistanê got jî: "lîstên niha nerazîbunê ser reşnivêsê desturî dikin her ew bûne yên berî niha deng li ser reşnivêsê dersturî dayî, çûye serokatiyê û bi tenê biriyara miletî maye, bo çî îrada partên siyasî bi hemî layenan ve dê li ser miletî hête sepandin, berovajî boçî milet ser hemûyan nahête sepandin, nebaştir, Emîr Guge xûyarikir jî ku distur pêdiviyeka giringe bo her civakekî pêxemet diyarkirina erk wimafên welatiyan û rêkxistina jiyana siyasî û civakî waburî û pêdivî ye mijûlbîn bi karên giringtir ve divê qunaxê da, pêdivî ye kar ser bihêtekirin û nemijûlîn bi evî karî ve, hevdem aram şahîn serokê lîsta ermenan li perlemanê Kurdistanê bo Evro diyarkir ku wek gelê Ermen û pêkhatekê herêma Kurdistanê li gel nîne destur vegere pelermanê Kurdistanê û xwast rêz li îrada gelê Kurdistanê bihête girtin

Nûçeyên têkildar