Berpirsekê payebilindê Êranê: Divêt pirsa kurdî bihête çarekirin

Serokê dîwana bilinda Êmnahiya Îranê ragehand em piştevaniya pirosîsa çarekirina pirsa kurdî li Turkiya dikin û divêt pirsa kurdî bihête çarekirin û tiştên niha Turkiya divêt bo kurdan bike Êranê beriya niha 30 salan ew tişt kirine.
Seyid Celîlî serokê dîwana bilinda êmnahiya Êranê bo dezgehên ragehandinê diyarkir beriya niha hindek agahî li ser navê dewleta Îranê hatine ragehandin ku Êran dijberiya qonaxa aştiyê li Turkiya dike, çi rastî bo wê yekê nînin û got: " Me piştevaniya qonaxa aştiyê û çarekirina pirsa kurdî dikin û çi rastî bo wan daxuyaniyên nînin ku beriya niha li ser navê Îranê hatine belavkirin."
Sebaret bi wê yekê ka dê Êran sebaret bi pirsa kurdî li welatê xwe çi bike jî navihatî diyarkir tiştên niha Turkiya divêt encam bidet me sî sal beriya niha kirî ye.
Di vê derbarê da mamostayekê zankoya Urmiyê û bisporê siyaseta Turkiya bo rojnama Evro diyarkir helwestê Celîlî wê yekê baş nîşa didet ka Îran sebaret bi qonaxa niha li Turkiya çend tengav bûye û ew bizavên mezin dikin da pirsa kurdî li Turkiya nehête çarekirin, çunku Îran heta niha jî bizavê dike P.K.K wek karteka fişarê li dijî Turkiya bikar bîne û got: " Rewşa kurdan li îraq û sûriyê niha di rewşeka gelek cuda daye û kurd li herêma Kurdistanê ber bi avakirina dewleta kurdî diçin û li Sûriyê jî herêmeka azad ya kurdan heye û parça mezin ya Kurdistanê di bin destê Turkiya daye û heke pirsa kurdî li Turkiya bihête çarekirin wê demê tinê pirsa kurdan li Êranê dimîne û ji ber rewşa niha ya aloz li Îranê berpirsê wî welatî niha berhev nînin çi tiştekê bo kurdan bikin û ew ditirsin sîstemê Êranê jinav biçe û ji ber wê yekê jî ew gelek bi tirs û guman serederiyê li gel qonaxa niha li Turkiya dikin




