26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta sala 2025ê Kurdistanê dibe yek ji welatê tûrîstî li ser astê cîhanê.

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja yekşemiyê 19ê gulana 2013ê, civata aboriya Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya û di civînê de rewşa tûrîzmê li herêma Kurdistanê nirxand.

Di civînê da raporek li ser rewşa tûrîzmê li herêma Kurdistanê hat pêşkeş kirin  û di raporê de mekanîzma pêşxistina warê tûrîzmê li herêma Kurdistanê û cîbicîkirina stratejîya pêşxistina tûrîzmê de hatibûn diyar kirin. Di raporê de hatibû diyar kirin ku, ji sala 2007ê heta sala 2012ê nêzîkî 2 milyon 200 hezar tûrîstan serdana herêma Kurdistanê kiriye ku dahatiniyê wê dike 650 milyon dolar.

Pilana warê tûrîzmê jî di raporê de hatbû diyar kirin û li gor wê pilanê ku, ji du qonxan pêk tê, qonaxa yekem heta sala 2015ê û qonaxa duyem jî heta sala 2025 ye. Li gor pilanê heta sala 2025ê Kurdistanê dibe yek ji welatê tûrîstî li ser astê cîhanê.

Borseya Hewlêrê mijarek din a civînê bû û beşdarên civînê bi dûrûdirêjî minaqeşe li ser qonaxên cîbicîkiirna pirojeyê borseyê kir û ew pêngavên heta nuha ji bon vê pirsê hatine avêtin bilind hatin nirxandin. Civînê tekîd li ser ê yekê kir ku, ji bona birêvebirina borseya Hewlêrê û destbikarbûna wê hevahengî digel çend kompaniyên amerîkî û navdewletî û bi tyabetî hevahengî digel borseya Îraqê jî hatiye kirin.  Borseya Hewlêrê bi sîstemeke elektironî a modern wek sîstema borseyên cîhanî hatiye amade kirin û  borseya Hewlêrê dê bi borseya Îraqê û borseyên cîhanê ve bê girêdan.

Damezranduna kopmaniya xwedî hise mijareke din a civînê bû û civata aboriya Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, hebûna kompaniya xwedî hise li herêma Kurdistanê û hebûna hiseyên hevwelatiyan bi taybetî di kompaniyên mezin de dê sudeke mezin bo aboriya herêma Kurdistanê hebe û dê bibe sedemê dirustbûna baweriyê û beşdariya hevwelatiyan bi awayekî dîrekt di avakirina aboriya welêt de û dê roleke mezin di vejandina aborî û bikaranîna sermayeyê hevwelatiyan de bilîze.
 

Nûçeyên têkildar