Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Misir li Iraqê kir

Berî nîvroya îro pênçşem 16.05.2013 li Hewlêra paytext birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şerîf Şahîn Balyozê Misir li Iraqa Federal û şanda li gel kir.
Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Misir ji bo koça dawiya xuşka rêzdar serxweşiya xwe bi Serok Barzanî ragihand, paşê behsa pêwendiya dîrokî û kultûriyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Misirê kir û xweşhaliya xwe jî bi wan pêwendiyê berdewamiya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Misir de derbirî û balkişand li ser wê yekê ku Serok Wezîrê Misir li paşarojeke nêzîk de serdana Kurdistanê dike. Li beşekî dinê axaftina xwe de Balyozê Misir behsa rola erênî û bi bandorê Serok Barzanî kir ku li çend salên derbasbûyî de ji bo aştiya nîştîmanî û hevdû nêzîkkirina aliyê nakokiyên Iraqiyan de tê dîtin û hêvî xwest ku beşên dinê Iraqê li berqerarbûna demokrasî û aramiya li welat da sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê werbigrin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî spasî û bi xêrhatina Balyoz û şanda mîhvanan kir û balkişand li ser rola dîrokiya Misir ya li navçeyê de û tekez li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem xwestiye pêwendiya siyasî û kultûriya bi hêz li gel dewleta Misir da hebê û helwesta Komara Misir jî li salên derbasbûyî de li beranber doza rewaya Kurd bilind nirxand. Hêvî jî xwest pêwendiya siyasî û aborî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistan û Misir zêdetir geşbînê bi xwe ve bibîne.
Her wiha pêvajoya siyasiya navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê ji guftûgoya vê hevdîtinê bûn.




