26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mûsil, êrişekî terorî baregeha PDK dike armanj

Çavkanî: KDP.info

Îro çarşemê 13/06/2012 pargeha Partîya Demokrata Kurdistanê li bajêrê Mûsilê bûne armanja kirdeyeka terorîstî di encamê de, pêşmergeyek û du hevwelatî bûne qurbanî.

Di evê derbarê de kargerê liqa 14 ya PDK li bajêrê Mûsilê "Seîd MemoZînî"  ji KDP re ragihand, ku ber destî sibê li gundê Şaqolî ya ku dikeve rojhilata bajêrê Mûsilê, otombîleka mayînkirî modela " land cruiser" li ber dergeha baregeha Partîya Demokrata Kurdistanê teqîya, di encamê de pêşmergeyek û du hevwelatîyên sivîl birîndarbûn, ji bilî gihandina zîyana madî ku bi ber evê baregehê keftîye.

Herweha MemoZînî, weha jî da nîşandan, ku di maweya kêmtir ji du heftîyan eve duyemîn care ku baregehên PDK li bajêrê Mûsilê rastî ev corên han ji kirdeya terorîstî tê.

Hêjayî gotinê ye, ku îro bi heman awayî li herdu taxên Rehîmawa û Qadisîye li bajêrê Kerkûkê du baregeha Partîya Demokrata Kurdistanê dibine armanja terorîstan.

 

Nûçeyên têkildar