Ellawî: di kombûna parlîyamenta Iraqê ya bihê de bawerî ji Malikî tê vekşandin

Serokê lîsta El-Îraqîye "Eyad Ellawî" tekez kir, ku ragihandina serokê komara Iraqa fedral birêz "Celal Talebanî" di derbarê temam nebûna hejmara muhrên parlîyamenteran bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî" serokê hukûmeta Iraqê, ne temame û şaştî tê de ye.
Herweha Eyad Ellawî di derbarê birgeyekî di ragihandina serokê komara Iraqê de dibêje, " di bareya 11 parlîyamenterên muhrên xwe vekşandine, ev mijara han şaştî têdeye û em tekez jî dikin ku hejmara pêwîst ji dengê parlîyamenterê bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî" heye û di yekem kombûna parlîyamentê de ewê ku dê di 21 meha şeşan de bihê sazkirin, dê têde bawerî ji Malikî bihê vekşandin.
Ellawî weha jî got, " em bi temamî gihane evê bawerîyê ku me 167 deng bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî" misoger kirine û dibe ku ev dengê han jî di kombûna parlîyamentê ya bihê de zêde tir bibe."




