Nêçîrvan Barzanî îmze li ser Kempîna Azadkirina Ocelan kir

Duhî li hewlêrê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di kampanyaya 5 milyon îmzeyî ya ji bo azadkirina Ocalan de kir û îmzeya xwe avêt bin daxwaza azadkirina Ocalan.
Endamê Kampanyaya 5 milyon îmzeyî Elî Mehmûd di vê derbarê gotiye: "Wekî kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadkirina Ocalan, me serdana serokatiya civata wezîran kir. Em ji aliyê serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin."
Elî Mehmûd herwiha gotiye: "Demeke ligel me rûnişt û piştgiriya xwe ji bo kampanyayê anî ziman. Piştre jî îmzeya xwe ji bo azadkirina Ocalan avêt."
Mehmûd sipasiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û wiha jî gotiye: "Ev helwesta serokwezîr cihê dilxweşî û rêzgirtinê ye."
Ev çend hefte ne ku kampanyayek bi navê 5 milyon îmze ji bo azadkirina Ocalan li her 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropa û deverên dinên cîhanê dest pê kiriye. Biryare milyonek îmze li Herêma Kurdistanê bihên komkirin. Jêder Rûdaw




