26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fermanderekî Êranê: Daxwaza lêborînê ji jinên Kurd dikim

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Çalakvanekî mafê jinan ji Rojhetanê kurdistanê bo rojnameya Evro diyar kir ku piştî hêzên Êmnahîyên Êranê li bajêrê Merîwan yê Rojhelatê Kurdistanê tawanbarek bi cilkên jinên Kurd li nav bajar gerandibûn û sivkatî bi kelturê jinên Kurd kirin li hemû Kurdistanê û gelek welatên Ewropa û Emerîka Kurdan û heta gelek xelkên biyanî jî nerazîbûna xwe li hember wê yekê diyar kirin û di encam de Ehmedî Muqedem fermandarê hêzên Êmnahîyên Êranê bi rengekî fermî dawaza lêborînê ji jinên kurdistanê kir, û got: " Ew karê hatiye kirin bi çu rengekî nayê qibûl kirin û giropekê ew kare encam daye û ew dê dest bi pêrabûnên qanûnê li hember wan kin û dê ew gehene sizayên xwe û ez bi rengekî fermî daxwaza lêborînê ji hemû jinên kurdistanê dixwazim û mafê çu kesekî nîne li ser nave saziyên dewletê dest bi karekî wesa bike. "

Piştî wê yekê çavdêrên siyasî li rojhelatê Kurdistanê diyar kirin ku herçende daxwaza lêborînê tişteke başe, lê pêdivî bû ew yek heyvek berya niha bihata kirin û niha bêtir wek bizavek bo piropagenda helbijartinan tê dîtin da ku xelkê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê pişikdariyê di helbijartinên serok komariyê li Êranê de bikin

Nûçeyên têkildar