Serokê Herêma Kurdistanê salvegera damezrandina kenala asmaniya Zagros pîroz kir

Bi helkefta heftemîna salvegera damezrandina kenala asmanîya Zagros, serokê Herêma Kurdistanê nameyeka pîrozbahîyê arasteya rêveber û karmendên evê kenalê kir, tê de hêvîya pêşkeftineka zêde ji bo wê xwest.
Eve jî tekesta peyama wî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Birêveber û karmendên kenala asmaniya Zagros
Silav û rêz
Heftehemîna salvegera damezrandina kenala asmaniya Zagros li we yên birêz pîroz dikim û hewl û keda we ya li pêşxistina kanalê bi bilind dinirxînim û hêviya geşepêdanên zêdetir ji bo we dixwazim, bi navê gihandina peyamekî rastgoyane û pîşeyiyane bi temaşevanên Kurd li seranserî cîhan da û sala nû ya karkirina xwe jî bikin xalên zêdetir rêdana erkê medyayiya xwe ku bi wê sedemê bikarin xizmetê bi xwest û daxwaz û hêviyên hemû takekî Kurdistanî û pêşxistina şiyan û berhem û mafên rewayên wê bikin.
Kenala asmaniya Zagros yek ji wan kenalane ku kariye li van çend salên derbasbûyî de temaşevanekî berfireh li hundir û derveyê Kurdistanê li dewra xwe kombike, ji bo wê yekê li wê karwana ku we hengav ji bo wê avêtiye hêviya pêşkeftinên zêdetir dixwazîn.
Her serkeftî bin ji bo xizmetkirina Kurd û Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/06/2012




