26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê zankoya Dihokê: Me çi bawernamên diktora û masterê jiber layenê siyasî retnekirine

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Emîndarê giştî yê Yekgirtû Îslamî kurdistan di bernamekê tlevizîonî de diyarkirbû ku wan bêtir ji 150 helgirên bawernamên diktora û masterê li parêzgeha Dihokê hene û zankoya Dihokê pêdvî pê hene, belê jiber layenê siyasî nahêne wergirtin bi necarî li Amedê dewamê dikin, belê serokê zankoya Dihokê ew çend retkir ku zankoya Dihokê pêdvî diktora û mastera hebin jiber layenê siyasî newergirtin got her pişkeka zanstî pêdivî bi diktora û mastera hebît û helgirên diktorayê û masterê pêşkêşî pişkeka zanstî kirbît, biser her hizbeka siyasî bît dihête wergirtin.

Dr. Muslih Dihokî serokê zankoya Dihokê bo kdp.info diyarkir ku her pişkeka zanistî yan vekolîna pêdivî bo pisporekî hebît helgirên bawernamên diktorayê û masterê pêşkêşî wê pişka zanstî biket dihête bilndkirin bo sikulê bo vekulîtê bo serokatiya zankoyê li duv van pirosesa dihêne damezrandin, bes eger wê pişka zanstî pêdvî pê nebît daxwaza wî nahête bilndkirin û nahête damezrandin, got jî eger hindek pişkên zanstî pêdvî bi wî mamosta jî hebin didemekê de bît çu mifa lê nehêtewergirin dumahiya kursî bît nahête wergirtin û çu cudahî dinav bera her helgirekî diktora û masterê de nîne.

Muslih Dihokî zêdetir xuyakir hemû layenên siyasî li zankoya Dihokê de hene çi cêwazî dinavbera wan de nîne, zankoya Dihokê pêdvî bi psporekî helgirê diktora û masterê hebît bê cudahiya layenî siyasî hatiye wergirtin

Nûçeyên têkildar