26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî seredana Mîrê Komeleya Îslamîya Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja sêşemê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Mamosta "Elî Bapîr" Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê rêzdar û hejmarek ji endamên serkirdayetî û encûmena şura ve hate pêşwazî kirin.
Di evê hevdîtinê de Serok Barzanî sebaret bi meseleya bawerî wergirtina ji Serok Wezîrê Iraqa Federal spasî helwesta nîştimanperweraneya Mamosta Elî Bapîr û Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ragihand: Ev helwesta Komel cihê rêza hemû gelê Kurdistane û tekez jî li ser karkirina hemû aliyê siyasiyan li rêkxistin û parastina yekrêziya mala Kurd ya li asta meseleyên neteweyiyan da dûpat kir.Yekdengiya hêz û aliyê siyasiyan mîsogeriya serkeftina parastina destkeftane.
Ji aliyê xwe ve Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê spasî wê serdana Serok Barzanî kir û bi girîngiyê ve tîşk xiste li ser helwesta Komelê û ragihand: Wekî erkekî nîştimanî û olî me bi pêwîstî zanî li gel neteweya xwe da bîn û dijî sîtem û takrewiyê rawestîn.
Li paşarojê jî li gel her helwestek dibîn ku li berjewendiya neteweya me da bê, ji ber ku her aliyek eger li gel heq û neteweya xwe da nebê helbet zerermend dibe.

Nûçeyên têkildar