Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Kurdên Êzdî li Bexda şermezar kir

Li vê heyvê de eve duyem care ew welatiyên Kurdên Êzdiyên ku li Bexda kar dikin ji aliyê kesên çekdar ve rastî êrîşan tên, ku li encamê da heta niha 14 welatiyên Kurdên Êzdî şehîd bûne.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê li demek de wan êrîş û tawanên ji aliyê grûpên çekdaran ve ya ser li xelkê bêtawan ve hatine kirin bi tundî şermezar dikîn, heman demî de berpirsiyariya parastina ser û malên xelkê dikevê ser şana dezgehên pêwendîdarên Hikûmeta Federal û pêwîste bi zûtirîn dem rê li geşbûna wan diyardeyên nemirovane bêgirtin û tawanbaran jî radestî yasa bikin ku bigihin sizayên xwe.
Her wiha pêwîste jiyan û mafê hemû pêkhat û ol û mezheban jî biparêzê û karên ciddî ji bo dawî anîna vê diyardeya belavbûna kesên çekdarên li Bexda bîne ku bûne tehdîdek li ser jiyan û bexteweriya welatiyan.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15/05/2013




