26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk, sê teqîn du baragehên PDK kirin armanj

Çavkanî: KDP.info

Îro çarşemê serê sibê, sê teqîne li bajêrê Kerkûkê hatin encamdan, ku du baragehên Partîya Demokrata Kurdistanê li herdu taxên " Rehîmawa" û " Qadisîyye" ji xwe re kiribû armanj.
Di evê derbarê de li gorî jêderekî ji rêveberîya polîsa Kerkûkê ku ne xwestîye navê xwe eşkere bike got, " îro çarşemê ber destê sibê demjimara 6 sê teqîn hatin encamdan, du ji wan teqînan jî baregeha Partîya Demokrata Kurdistanê ji xwe re kiribû armanj û ya sê jî piştî gihandina hêzên ewledarîyê hate encamdan.
Evî jêderî weha jî nîşandan, ku heta vê gavê 8 kes birîndar bûne û vekolînê jî dest pê kirîye.

Nûçeyên têkildar