Parlîyamentera Kurd li Turkîya bi 14 salan hate sizadan

Dadgeha Amedê (Dîyarbekir), sizaya 14 sal û 7 mehan bi ser parlîyamentera serbixwe ya bajêrê Wanê " Aysel Tuglok" sepand.
Dadgeha hevseroka " Kongira Komelgeha Demokrat" (KCD) " Aysel Tuglok" li Dadgeha Çar a Tawanên Giran a Amedê birêve çû.
Di evê dadgehê de " Aysel Tuglok" bi evê çendê hat guneh barkirin ku wê " di deh pişkên axaftinên xwe de propaganda ya rêxistinekê kirîye ew bi xwe jî andama ewê rêxistinê nîne, lê li ser navê wê rêxistinê axifîye."
Daxwazkarê Giştîyê evê dadgehê daxwaz kir, ku pêdivîye " Aysel Tuglok" bi 83 salan were siza kirin, lê belê evê dadgehê ev daxwaza han ne pejrand.
Herçende parêzerên " Aysel Tuglok" ne razîbûna xwe derbirîn û bi dadgehê pêşkeş kirin, lê belê ji sizaya xwe ve nehat xwarê û biryar li ser hat dan.
Wek tê xuyakirin, ku " Aysel Tuglok" ji 4 Tîrmehê sala 2007 an heta niha li 14 cihan li ser pirsa kurdan gotar da bû, ev parlîyamentera han jî di 4 gotaran de bê tawan derkeft.




