Heşt welatiyên Xankê dihêne kuştin

Bexda-KDP.info/ Jêderekê êmnhayê li Bexda bo evro diyarkir ku hêzeka çekdarên neniyas duhî bi şev hêriş kirîne ser hindek cihên bazirganî yên firutina mey li devera zeyune li rojihelata Bexda û di encamda pitir ji 25 welatiyan kuştîne û birîndarikirîne ku heşt ji kuştiyan xelkê Xankê ye.
Jêder dîsa diyarkir berî encamdana kiriyarê, hêrişkeran polîsên li deverê ji çek kirine û destên wan girêdayne, bêy çê lê bikin û paşê dest bi teqê kiribne û termên kuştiyan sotîne




