Erdoxan: Me û Herêma Kurdistanê û Exon Mobilê lihevkiriye

Ajans-KDP.info/ Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê îro berî destpêkirina serdana xwe ya bo Amerîkayê û dîdara xwe ligel Barak Obama serokê Amerîkayê, li firokexaneya Enqereyê ragihand, ku Tirkiye dê di projeyên neftîyên herêma Kurdistanê de ligel kompanyaya Ekson Mobîl (Exxon Mobil) û hikûmeta herêma Kurdistanê bibe hevbeşeke serekî.
Receb Tayîb Erdoxan ragehand ku wan ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya mezin a petrolê ya Emêrîka`yê Exon Mobilê lihavkriine, ku wê ligel hev li Herêma Kurdistanê li petrolê bigerine.
Erdoxan ragihand ku ev pêngav a di derbarê ku wê, ew ligel hev li Herêma Kurdistanê li petrolê bigerine, li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye goftûguh kirin.
Erdoxan wiha berdewam kir, û seberte bi pêlanên di derbarê Herêmê ve jî kir, ku piştî serdanê ew ê hêja pêngavên din jî bavêjin, lê diyar ne kir, ka ev lihevkirina din navbera wan de heya kuve diçe.




