Di dema xwe de destûr qebûl kirin niha poşmanin

Hewlêr-KDP.info/ Raberê tevgera îslamiya Kurdistanê Îrfan Mele Elî ragihand ku, ev part û aliyên siyasî yên ku, di dema xwe de di nava Parlementoyê de bûn destûra Kurdistanê qebûl kirin û niha poşmanin.
Îrfan Mele Elî di gotareke xwe de yaku, bi minasebeta salvegera damezrandina tevgera îslamiya Kurdistanê de pêşkêş kiriye behsa vê yekê kiriye ku, ev partiyên siyasî yên Kurdistanê yên ku, di nava Parlementoyê de bûn û destûr qebûl kirin lêbelê niha poşmanin û xelkê Kurdistanê jî ji guhertina helwesta xwe ji aliyê wan partiyan ve bêzar bûye û rexne li wan partiyan digire.
Çavkanî eşkere kiriye ku, destûr qanûna sereke ya welate û qanûnên din ji destûrê tên wergirtin lewre nabe her roj carekî destûr were guhertin. Jêder KTV




