Îdrîs Baluken: Herêma Kurdistanê jibo Bakûr mînake

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Cêgirê serokê Koma BDP ê di parlemana Tirkiyeyê de Îdrîs Baluken got, ku kurd di wê baweriyê de ne ku heger xwe bi destê xwe bi rê ve bibin dê di hêla aboriyê de jî bi pêş bikevin.
Baluken got: " Em di civînên xwe de tim mînaka Herêma Federal a Kurdistanê didin. Heta 10 salan ew der dê bibe Dubay. Piştî kurdan li wir rêveberî girt destê xwe, aboriya kurdan jî bi pêş ket."
Îdrîs Baluken di berdewamîya axavtina xwe de bi bîr xist, ku heta li Herêma Federal a Kurdistanê kurdan rêveberî nexistibûn destê xwe di nava xizaniyê de dijîyan, lê piştî hikûmet kevte destê kurdan di hêla aboriyê de pêşketinên mezin çê bûn. Baluken got: " Em di civînên xwe de tim Herêma Federal a Kurdistanê weke mînak nîşan didin. Hûn ji kê dipirsin dibêjin dê piştî 10 salan bibe Dubay. Kengê kurdan li wir statûya xwe bi dest xist, aboriya wan jî bi pêş ket, aramiya wan jî zêde bû. Her wiha di hêla civakî, çandî û hemû tebeqeyên jiyanê de jî başbûn û pêşketin çêbûn." Jêder PNA




