Hikûmeta Tirkiye û PKK: Sipasiya helwestê herêma Kurdistanê bo çareseriyê dikin

Tirkiye-KDP.info/ Piştî ku hikûmeta Iraqê li hember pirosîsa aştiya di navbera kurd û turikan da nerazîbûn nîşan da, endamekê perlemanê Turkiya ragehand ku ew giringyê nadene nerazîbunên hikûmeta Îraqê û bo wan ya giring helwîstê hikûmeta herêma Kurdistanêye û peyvdarê PKK jî ragehand ku wan çi demekî desturî ji hikûmeta Îraqê wernegirtine û helwîstê hikûmeta herêmê cihê rêzigirtinê ye.
Endamekê perlemanê Turkiya di daxûyaniyekê da bo rojnameya Evro ragehand ku ew keyifxweşin ji destpêkirina qonaxa aştiya li Turkiya û got: " Çarekirina pirsa kurd û bicih bûna aramiya Turkiya di berjewendiya hemû welatên cîranên me daye û di vê derbarê da rolê rêzdar Barzanî bo çarekirina pirsa kurd bi rêya aştiyê û danustandinê cihê rêzigirtinê ye û me hêvî dikir hikûmeta Iraqê û îranê jî wek hikûmeta Kurdistana Îraqê helwîstên erênî nîşan biden lê ew yek çênebû, ya rastî bo me helwîstê hikûmeta Kurdistana Iraqê giring bû çunku yek ji destpêşxerên pirosîsa aştiya Turkiya jî rêzdar Barzanî bi xwe ye."
Endamê perlemanê Turkiya herwesa ragehand ku nêzîkî 30 sal in hêzên PKK li nav sinorê Îraqê da cîh digirin û bo çu heta niha hikûmeta Îraqê dengê xwe nekirî ye û piştî destpêkirina qonaxa aştiyê ew behsê serweriya welatê xwe dikin, boçî 30 sal in hikûmeta Iraqê bizavê bo derêxistina çekdarên PKK nekirî ye? Ji ber wê çendê jî niha nerazîbûnên hikûmeta malîkî ne cihê girîngî pêdanêye û got: " Dê pirosîsa aştiyê li hember hemû astengyên ku derkevin jî berdewam bike û em li çaverê dikin hemû hêzên nêvdewletî herêmî piştevaniyê li pirosîsa aştiya li Turkiya bikin."
Li aliyê dî Ehmed Denîz peyvdarê parta karikerên Kurdistanê di daxûyaniyekê da ragehand ku vekêşîna hêzên gerîla ji Turkiya û bakûrê Kurdistanê destpê kirî ye û heke pirsgirêkên mezin dirust nebin dê heta dûmahiya payîzê vekêşîn temam bibe û got: " Her ji roja destpêkê ve hikûmeta herêma Kurdistanê rolekê erênî bo serkevtina pirosîsa aştiyê gêraye û piştevaniya çarekirina pirsa kurd bi rêya danûstandinan û aştiyê kirî ye, ku ev bo me cihê rêzigirtinê û di vê derbarê da nerazîbûnên hikûmeta Îraqê bo me giring nîne û me heta niha desturî ji hikûmeta Iraqê wernegirtî ye û em li ser axa Kurdistanê ne




