Emerîka û Brîtanya soza avakirina Sûrîyeke demokratîk didin

Emerîka-Ajans/ Di kongireyekî rojnamevanî de serokê Amerîka û wezîrê Birîtanya David Camiron cext li ser çûyîna Beşar Esed û desthilata wî dikin , her weha Obama piştevaniyaq xwe bo opozisyona lîberal da nîşandan.
Duhî serokê Amerîka Barak Obama di kongireyekî rojnamevanî de amaje bi wê yekê kiriye ku pêşerojek bo Beşar Esed li Sûriyê nemaye.
Her di wê kongireyê de Obama cext li wê yekê dike ku wê welatê wî zêdetir fişarê zêdetir bike û ewê alîkariya opozisyona lîberal bikin.
Ji aliyê xwe ve jî serokwezîrê Birîtanyayê David Camiron ragihand ku: ew kar li ser çareseriya siyasî dikin û ji ber vê yekê jî em alîkariya xwe bo opozisyona Sûriyê zêdetir dikin.
Herwiha serokê Amerîka Barak Obama got ku armanca herdu welatan avakirina Sûrîyeke nû ye bêy Beşar El Esed




