Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola niştîmanperweriya jina Kurde

Li 39 saliya salvegera şehîdbûna Leyla Qasim da, hezaran silav ji bo ruh û giyanê paqijê wê jina qehreman û hemû şehîdên rêya azadiyê re dişînîn.
Şehîd Leyla Qasim ji bo bergirîkirina li bîr û baweriya neteweyî û demokrasiyê remz û sembola canfedayî û bawerî bi xwe bûn û niştîmanperweriya jina Kurde.
Leyla Qasim bi bêdilovanî û bêbezeyiyane hate şehîd kirin, lê belê canfedayiya wê li beranber dijminê dilreq û sîtemkarda hilgira peyama serbilindî û xwe bi destvenedanê bû.
Leyla hewqas bilinde ku li dema sêdaredanê da, serê celladan li binê piyê wê da bû. Şehîdbûna wê ji bo hemû take kesên me yên bi jin û zilam û xort û pîrên Kurdistanê ve, li hemû bajar û gund û beşekî Kurdistanê ve waneyeke.
Leyla Qasim cihê şanaziya hemû Kurdekî dilsoze û heta hetayê divê bi bîr bînîn, ji ber ku ew ferman dike ku çawa dikarîn bi navê azadî û serbestiyê da bijîn




