25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê perlemalnê Kataloniya: Çu hêzek nikare astengiyê li hember avabûna dewleta Kurdî dirust bike

Çavkanî: KDP.info

Serokê perlemanê herêma Kataloniya ragehanid ku sedsala 21ê bo netewên bê dewlet delîveyeka mezin ava kiriye ku xwe rêk bêxin û dewleta xwe ava bikin û çu hêzek nikare li hember dewletbûna Kataloniya, Bask, Sikotlenda, sîcîliya, Korsîka û Kurdan raweste, ji ber ku van netewan mercên dewletbûnê dirust kirine.

Serdar Mahir karmendê kenaleka Îspanî yê 24 bo Evro ragehand ku serokê perlemanê Kataloniya Artur Mas di kombûneka rojnamevanî de li dur pirsekê sebaret bi dewleta Kurdî, ku ew ji nêzîk ve ji rewşa gelê Kurd agahdarin û got: " Li Iraqê dewleta Kurdan roj bi roj ava dibe û li gor zaniyariyên me nêzîkî 40 melîon Kurd li welatê Tirkiye, Êran, Iraq û Sûriye dijîn û welatê wan wek yê me parçe bûye, li gor ramana min mafê wan yê herî siruştiye ku dewêleta xwe ava bikin û ez ji dil piştivaniya qonaxa aştiyê li Tirkiye jî dikim û hêvîdarim Kurdên Tirkiye jî bigên mafên xwe yên rewa

Nûçeyên têkildar