Tora havkariya Başûr bo Rojava helmeta komkirina şîrê zarokên Rojava dest bê kir

Hewlêr-KDP.info/ Tûra hevkariya (Başûr Bo Rojava) bi hevkariya parêzgareha Hewlêr, heta şeş rojan kempîna komkirina şîr bo zarokên Rojavayê Kurdistanê, helmetek pêkaniye.
Li gor Xelîl Elî ku yek ji rêkxerê vê tore ye, Tora Hevkariya Başûr Bo Rojava, li jêr nave (Destê hevkariyê dirêj bikin da kû zarokên me li Rojavayê Kurdistanê ji birçiyan nemirin) helmetek pêk anîniye.Xelîl Elî ku endamê rêkxirawa (Hebûne) ku ev rêkxiraw yeke ji wan 4 rêkirawên ku ev tor pêkanîne, ragehand ku, ew weke tora hevkariyê "Başûr bo Rojava" û bi hevkariya parêzgarê Hewlêr kempîna komkirina şîrê zarokan bo zarokên Rojavayê Kurdistanê encamdidin, ev hevakarî dê raste rast bighêje destên wan zarokên Rojavayê Kurdistan kû niha pêwîstiya wan pê heye.
Xelîl got: " Kempîna me ji roja 13 heyva gulanê heta 18 heyvê berdewam bibe. Ev kempîn li parêzgeha Hewlêr û hemû navçeyên wê dê were rêvebirin."
Bo zaniyariyên berferhtir peywendiyê bi van hijmarên telîfonan bikin: 07502483286 û 07502347095.
Hêjayî gotinê ye ku ev tor ji 4 rêkxirawan pêkhatiye (Rêkxirawa Hevkarî, Sentera Roj, Rêkxirawa Sivîl ya Sûrî û rêkxirawa Hebûn)




