Şandeke hikûmeta Iraqê serdana Kurdistanê Kir

Hewlêr-KDP.info/ Duhî şandeke pile bilinda hikûmeta Iraqê serdana herêma Kurdistanê kir û ligel cihgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû.
Her du alîyan di evê kombûnê de di bareya pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê de guftûgo kirin û tekezî li ser pabendbûna hemû alîyan bi destûr û diyalogê bo çareserkirina gişt arîşeyên Iraqê kirin.
Şanda hikûmeta navendîya Iraqê bi serokatîya şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarê parlemana Iraqê Falih Feyaz û endamîtîya Dr. Tariq berpirsê nivîsîngeha serokwezîrê Iraqê û ferîqê yekem Babekir Zêbarî supasalarê Iraqê serdana Kurdistanê kiriye.
Şanda Iraqî li nivîsîngeha taybetîya cihgirê seorkê herêma Kurdistanê li Hewlêrê ji alîyê her yek ji Kosret Resûl Elî cihgirê serokê herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Herwiha di merasîma pêşwazî û kombûna du qolî jî de her yek ji Berhem Ehmed Salih cihgirê duyemê sekreterê giştîyê YNK, Îmad Ehmed cihgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa wezîrê pêşmerge û Cebar Yawer sekreterê wezareta pêşmerge amade bûn.
Di dîdarekê de her du alîyan di bareya pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê de guftûgo kirin û her du alîyan tekezî li ser ewê çendê kirin ku pêywîste hemû alîyek girêdayî destûrê bin û mêza guftûgoyê bi rêka çareserîya hemû arîşeyan bizanin.
Mijareke din a kombûna navbera berpirsên Bexdad û Hewlêrê, guftûgokirin di bareya serdana evê dawîyê ya şanda herêma Kurdistanê bo Bexdadê û rêkevtinên îmzakirî yên navbera her du alîyan de bû û he rdu alîyan mekanîzma cîbicîkirina rêkevtinan xiste ber bas û qise li ser hate kirin.
Di dawîya kombûnê jî de her du alîyên Kurdistanî û Iraqî li s er nerîneke hevbeş bûn ku pêywîste ev core guftûgoyane bi armanca çareserkirina arîşeyan û nehîştina hîç core sardiyek di navbera Hewlêr û Bexdadê de berdewam bin. Jêder PNA




