26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Serok Barzanî û nûnerên aliyê siyasiyên Iraqî û Kurdistaniyan sêyemîn roja pirseya xwedê jê razî xuşka serok Barzanî birêveçû

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşem 12.05.2013 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya hejmarekî zêdeyê kesayetî û aliyê siyasiyên Kurdistanî û Iraqî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û şanda mekteba siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê roja dawiya pirse û serxweşiya xwedê jê razî xuşka Serok Barzanî birêveçû.

Her êvariya îro birêz Usame Nuceyfî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda li gel ku ji Serok û Endamên Kutleya Parlemaniyên nav Encûmena Niştîmaniya Iraqê pêkhatibûn û her wiha birêz Eyad Elawî Serokê Lîsta El Iraqiye û şanda li gel û rêzdar Fale Feyaz Serokê Encûmena Asayîşa Niştîmaniya Iraqa Federal û Dr Tariq El Necim endamê mekteba siyasiya hizba De'we û şandekî hevrê û şandekî Bereya Turkmenî bajarê Kerkûk beşdariya pirseya matemîniya xuşka rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kirin û serxweşiya xwe bi cenabê Serok Barzanî ragihand û ji aliyê xwe ve jî birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina wan kir û spasiya şand û kesayetî û aliyê siyasiyan kir ku beşdarî serxweşiyê bûn.

Nûçeyên têkildar