Serokatiya Herêmê teqînên li Turkiye şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de teqînên roja borî li bajaroka Rîhaniyê ya bajarê Hatay şemrmezar kir û eve naveroka beyannameyê ye:
Em bi tundî wê karên ne mirovane şermezar dikin dikin û hevxemiya xwe jibo gelê Turkiye û kesûkarên qurbaniyên wê tawanan derdibrin û hêviya çakbûnê jibo birîndarên wan bûyerên terorîstî dixwazin.
Em hêvîdarin ku ew destên li pişt encamdana wan tawanan bi zûtirîn dem bên aşkere kirin û encamder jî jibo yasayê bên radest kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
12.05.2013




