Li Tirkiyayê nêzîkî sînorê Sûryeyê rêzek taqîn pêk hatin

Tirkiye-Ajans/ Dûhî şemiyê li Tirkiyê û li navçeya Reyhaiyê a bi ser parêzgeha Hatayê ve ye, û nêzî sînor Sûriyê çend teqînan rû dan, ku bû sedema kuştina herî kêm 40 kes û birîndarbûna zêdetirî 100 kesî, yek ji teqînên rû dane li nêzî avahiya şaradariya navçeyê pêk hatiye û gelek ziyan da ye der dûra xwe.
Li navçeya Reyhaniyê a bi ser parêzgeha Hatayê ve ye, a lê nêzî sînorê Sûriyê ye, îro li dû hev çend bûyerên teqînê lidar ketin jêderên Tirk ragihand ku dibe ev teqîn di encama top barana ji aliyê Sûriyê ve hate be kirin, lê hin jêderên din ragihandin ku ev teqînêm rû dana ku hejmara wan dighêje 4 teqînan di encama teqîna otombêlên bombebarkî re de rû da ne, teqîn li nêzî avahiya şaradariya navçeyê rû da ye her wiha teqîneke din li taxa pêşesziyê a li navçeyê rû da ye, jêderên rojnemeyên Tirk ragihandin ku di encamaê teqînê de gelek kes birîndar bûne.




