Dewleta qanûnê dixwaze kar bi rêkeftina 2009 li gel kurdan bihête kirin

Endamekê firaksiyona dewleta qanûnê bi serokatiya Nurî Malikî ragehand ew dixwazin lêzivirîn bo rêkeftina sala 2009 bihête kirin ku ya taybet bo bi pirsa bi rêvebirina badeka emnî li deverên dikevne di kivanê madeya 140 da û dinavbera hikûmeta Bexda û hikûmeta herêma û hêzên emirîkî hatibû îmzakirin.
Îbrahîm Fezey zêdetir bo Evro got, li dûv rêkeftina sala 2009 hatî ye kirin, berî çiwar mehan wezareta berevaniya îraqî û wezareta pêşimergey li herêma Kurdistanê rêkeftbûn li ser xalên belavbûna leşikirê îraqî û hêzên pêşimergey û ew rêkeftine gehiştibû radeya îmzakirinê li ser, lê ji ber çend egeran hatibû paşxistin.
Fezey xûyakir, pêdivî ye kar bi wê rêkeftinê bihête kirin, lê got mafê leşikirê îraqî ye li hemû deverên Iraqê belav bibe.
Ji layekê dî ve Qasim Eirecî endamê lîjna tenahiyê û berevaniyê di civata nûnerên Iraqî da li ser hevpeymaniya nîştmaniya şiy got, rêkeftina dinavbera Bexda û Hewlêrê da çi tiştê nû têda nîne û diyarkir ku Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pirojê çareseriyê li gel bû demê seredana Bexda li vê dawiyê kirî.
Eirecî amaje jî da, ew rêkeftina çêbûy li vê dawiyê li ser wê çendê ye ku deverên nakukî li ser bihêne birêvebirin ji layê leşikirê îraqî û hêzên pêşimergey ve û di kivanê yekên emnî dabin û ne girêday fermandeyên eperasiyena bin û bingehekî emnî hebe li dûv rêkeftinekê di navbera Bexda û Hewlêrê.
Lê Hesen Cîhad endamê lîjna tenahiyê û berevaniyê di civata nûnerên Iraqî da ji hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî di daxûyaniyekê da bo rojnama (alsbah) ya Iraqî diyarkir ku girftek li gel serkirdên leşikirê Iraqî heye piştî çendîn efserên kurd hatine veguhastin.
Hesen Cîhad dibêje, 20 fermandên fewica û 4 fermandên lîwa ku hemû jî kurdin hatine veguhastin ji parêzgehên Selahedîn û diyala û kerkuk û eve girfteke û dê hête behskirin li lîjna tenahiyê û berevaniyê da bi merema çareserkirinê, ji ber ku eve dihête hijmartin weku dûrikirinek bo wan fermandan û ne guhurînên leşikirî yên asayî ne û ev çende ne cihê qebûl kirinê ye




