Erdogan: Hikmeta Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyayî bikar aniye

Ajans-KDP.info/ Serokwezîrê Tirkyê Recep Tayip Erdogan diyar kir ku hikûmeta Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyayî bikar aniye lewma (xeta sor) derbas kiriye.
Recep Tayip Erdogan her wiha îdia kir ku zû yan dereng opozîsyonê dê Beşar Esed bigire.
Erdogan di hevpeyvîneke de di gel televîzyona NBC a Amerîkî, li ser rewşa Sûryayê axivî û diyar kir ku Beşar Esed li dijî gelê xwe çekên kîmyayî bikar aniye û (xeta sor) derbas kiriye. Erdogan ji Amerîka xwest ku helwestek tund li dijî rejîma Sûriyê nîşan bide ji ber ku wê rejîmê çekên kîmyayî bikar aniye




