26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî kirîza Îraqê bi nûnerê NY re gotûbêj kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja sêşemiyê (12.06.2012) li Selahedînê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Martin Kupler nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) li Iraq kir.

Di hevdîtinekê de, serok Barzanî û mêvanê xwe guhertinên siyasiyên vê dawiyê yên Iraqê û bandora wan guhertinan li ser pêvajoya siyasî û paşaroja welêt nirxandin.

Serok Barzanî ji nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî re bahsa hevdîtinên berdewam yên digel aliyên siyasiyên îraqî û civînên Hewlêr û Necefê kir û got ku, ew hevdîtin û civîn hemû ji bona rizgarkirina Îraqê ji wê kirîza siyasiya nuha tê de derbas dibe û parastina pirosesa siyasî û demokrasiyê hatine encam dan.

Serokê herêma Kurdistanê got jî ku, ew piştevaniya hemû wan hêz û aliyan yên ku dixwazin rê li pêşiya doktatoriyê bigirin, dikin:
- Eger hêzên îraqî ji vê rewşa nuha a Îraqê razî bin, hîngê gelê kurd neşar dibe hindek rêyên din hilbijêre.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî amadehiya Neteweyên Yekgirtî, ji bo hevkarîkirina Îraqê ku ji wê kirîza tê deye derbas bibe dupat kir.
 

Nûçeyên têkildar