26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Rojhelatê Kurdistanê metirsî heye ku Hebîbulah Gulperîpûr were darvekirin

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Metirsî heye ku girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbulah were darvekirin û rewşa Hebîbullah ku di bin tehdîda darvekirinê ya rejîma Êranê de ye, nayê zanîn.

Li gor Ajansa Firatê, Hebîbullah Gulperîpûr ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin. Gulperîpûr payîza sala 2009-ê li bajarê Mehabad ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Piştî êşkenceyek giran a hêzên Îtlaata Êranê, bihara 2010-ê bi tohmeta muharib, ango dijminahiya xwedê û endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê li Hebîbullah Gulperîpûr hatibû birîn.

Li gorî agahiyên dawî, hêzên rejîmê Gulperîpûr ji girtîgeha Siman veguhestine cihekî nediyar û ji ber cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind a rejîmê ve jî hatiye erêkirin malbat û hevalên wî bifikarin ku ew were darvekirin

Nûçeyên têkildar