26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş: Di Makeqanûnê de peyva Tirk hebe divê ya Kurd jî hebe

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, bal kişand partiyên din naxwazin peyva tirkbûnê ji makeqanûnê derxin û wiha got: " Baş e peyva tirk jê dernexin. Wê çaxê divê hûn pevya kurd jî lê zêde bikin. Çimkî kurd jî milet in, maf û hiqûqa wan jî heye."

Demîrtaş li Hezexê de derbarê pêvajoya çareserî û aştiyê de nirxandinên xwe bi gel re parve kir û li vir bersiv da Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç û ew rexne kir. Arinç, duh ji bo çekdarên PKK’ê ku vedikişin peyva “Heta dojehê riya wan heye” bi kar anîbû. Demîrtaş, got bi peyv û gotinên wisa tu wateya feraseta aştiyê tune ye û wiha axivî: " Berdevkê hikûmetê ku ji xwe re dibêje ez misilman im û xwedî ûcdanh im dibêje bila biçin dojehê. Ma bi feraseteke wisa aştî pêk tê? Ez jî dibêjim bila riya gerîlayên ku şer rawestandine û derdikevin derveyî sînoran vekirî be. Înşela dê cihê we bihûşt be."

Demîrtaş, di axaftina xwe de bang li karsazên kurd kir û xwest li bajarên kurdan razemeniyê bikin.

Demîrtaş, li ser xebatên makeqanûna nû jî nirxandinên xwe kir, û ev tişt gotin: " Ger hûn di makeqanûnê de peyva miletê tirk binivîsin, wê çaxê bila miletê kurd jî bê nivîsandin. Lê dibêjin kes nikare peyva miletê tirk ji makeqanûnê derxe. Wê çaxê peyva tirk ji makeqanûnê dernexin lê navê kurdan jî tê de binivîsin. Miletê kurd jî heye, maf û hiqûqa kurdan jî heye. Wan jî di makeqanûnê de binivîsin." Jêder PNA

 

Nûçeyên têkildar