26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa Sûriyeyê û pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê mija civîna Kurdistanê û Amerîkayê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felha Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel Pol Stefan konsulê giştiyê Amerîkayê yê Hewlêrê û Antonî Gudferî rawêjkarê karûbarên siyasî li sefaretxaneye Amerîkayê a li Bexdayê civiya û lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê nirxand.

Berpirsê têkeliyên derve ji şandeya amerîkî re behsa derancamên serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê û ew rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmza kirin kir û got:

- Hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavên xwe di çarçoveya destûra Iraqa federal ji bona berjewendiyên gelên Iraqê bi giştî de diavêje û ji bo berdewamkirina xebatên ji bona çareseriya pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî di demek nêzîk de serdana Hewlêrê bike.

Mistefa got ku, gelek behsa pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de tê kirin û herêma Kurdistanê hertim tekîd li ser wê yekê kirye ku, divê ew pirs di çarçoeveya destûr û bi rêya diyalogê bên çareser kirin weke madeya 140ê, qerebokirina qurbaniyên enfal û kîmiyabaran, pirsa pêşmerge û qanûna neft û gazê.

Şandeya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bo wan pêngavên herêma Kurdistanê avêtine weke vegeriyana wezîr û parlamenterên kurd bo Bexdayê diyar kir û ew pêngav ji bona serxistina pirosesa siyasiya Iraqê bi erênî wesif kir û piştevaniya hikûmeta Amerîkayê bo lihevhatina Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

Rewşa Sûriyeyê, pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û têkeliyên navbera Kurdistan û dewletên cîran mijarên din yên civînê bûn

Nûçeyên têkildar