Ellawî: welat rastî sê metirsîyên mezin bûye
__2012_06_10_h11m22s6__BS.jpg)
Serokê hevpeymanîya El-Iraqîye Eyad Ellawî eşkere kir, ku Celal Talebanî serokê komara Iraqê, pêşnîyaza wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî dayî xuyakirin.
Di evê derbarê de Eyad Ellawî ragihand, ku "Rêkeftineka sîyasî navbera alîyê Sedr û hevpeymanîya Kurdistanî û El-raqîye heye, bi mebesta rêgirtin li takrawîya desthilatê li Iraqê ku bi dîktatorîyetê dawî tê".
Eyad Ellawî weha jî got, di kombûna 28 gulanê de Usama Nuceyfî serokê parlîyamentê behsa rê destûrî bo standina bawerîyê ji Nûrî Malikî kir, serokê komara Iraqê Celal Talebanî weha got, "Destûr rê bi bo standina bawerîyê ji Nûrî Malikî dide û pidivî bi tiştekî din nake".
Eyad Ellawî eve jî da xuyakirin, ku welat rastî sê metirsîyên mezin bûye, yek bezandina destûrê ji alîyê Nûrî Malikî ve, du bezandina metirsîya mafê mirovan, sê takrawî di biryara sîyasî de.




