26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke Kurdî li Rûsiyayê dixwaze jibo bi destxistina mafên gelê li sûriyê piştevaniya Rûsiya werbigirît

Çavkanî: KDP.info

Rûsiya-KDP.info/ Şandeke kurdên Rojava dixwaze jibo bi destxistina mafên gelê kurd û avakirina sîstemeka dîmokiratîk û fîdiralî li sûriyê piştevaniya Rûsiya werbigirît


Rojnamevan Avireş Êzîdî li Mosko paytextê Rûsiya bo Evro ragehand ku şandeka desteya bilinda kurd ya Rojavayê Kurdistanê bo sazkirina hejmarek hevdîtin û kombûnan li gel berpirsên payebilindên Rûsiya niha li Mosko ne û got: " Şanda kurdî dixwaze di biyavê mafên gelê kurd û avakirina sîstemeka dîmokiratîk û fîdiralî li sûriyê piştevaniya Rûsiya werbigirît û li dûv zaniyariyên gehiştine me berpirsên Rosiya jî ji bo avakirina Sûriyeka dîmokiratîk, fîdiralî piştevaniyê li mafên kurdan dikin wek netewa dûyem li sûriyê da."

Avireş herwesa diyar jî kir ku şanda kurdî li gel kurdên Rûsiya jî kombûnek sazkirin û di kombûnê da rewşa Rojavayê Kurdistanê gengeşekirin û daxwaz ji kurdên Rûsiya kirin ku zêdetir hevkarî û harîkariyên xwe bo gelê Rojava pêşkbiş bikin û aşikira kirin ku niha hemû bajêrên Rojavayê Kurdistanê li jêr kontirola hêzên parastina gel û desteya bilinda kurd dane, lê hêşta li qamişlo û hesekê hêzên rijêmê li hejmarek baregehên xwe dimînin."


 

Nûçeyên têkildar