26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di demekê nêzîk de Nurî Malikî dê seredana herêma Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Endamekê firaksiyona dewleta qanûnê bi serokatiya Nurî Malikî bo evro diyarkir ku li demekê nêzîk Nurî Malikî serok wezîrên Îraqê dê seredana herêma Kurdistanê ket û di hemandem da dê kombûneka civata wezîrên îraqî jî li Hewlêrê hête girêdan.

Îhsan Ewadî endamê dewleta qanûnê zêdetir bo evro got, piştî seredana şandê hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexda, boçûnek li Bexda peydabû ku serok wezîrên îraqî jî seredana Hewlêrê bike û di gelida kombûna civata wezîrên îraqî jî li yek ji parêzgehên herêma Kurdistanê bihête girêdan.

Bi dîtina îhsan ewadî, girêdana kombûneka civata wezîrên îraqî li herêma Kurdistanê dê mifayên mezin hebin û pênigaveka pêdivî û giringe bo nehêlana girfit û ne hevtêgehştina peydabûy di navbera Bexda û Hewlêrê da û dupatkir neke jî ku herêma Kurdistanê pişkeke ji Îraqê û rolekê karîger û hestiyar jî heye der barê Îraqê da.

Li dor jivanê seredana Nurî Malikî bo herêma Kurdistanê, ewadî got, jivana dirost ya seredana Malikî bo Hewlêrê dê ji layê serokatiya civata wezîrên îraqî ve hête destnîşankirin bi hevkarî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê, lê ya ez dizanim ewe ku ev seredane dê li demekê nêzîk hête encamdan.

Vî endamê dewleta qanûnê diyarkir jî, seredana Malikî bo Kurdistanê sarbûna di peywendiyên herdu layenada nahêlît û dê pirên baweriyê dinavbera Bexda û Hewlêrê dubare hêne avakirin û hevpişkî di rêvebirina welatî da jî dê ya berdewam be.

Nûçeyên têkildar